Sîyasî

Wezîreta Ermenîstanêye karên  derbarê destwerdana giran ya di karûbarên navxweyî yên Ermenîstanê de nameyek radestî balyozê Rûsîyayê kirîye

Wezîreta Ermenîstanêye karên der derbarê daxuyanîyên ku di mêdyaya dewleta Rûsîyayê û ji alîyê rayedaran ve li dijî rayedarên Ermenîstanê hatine kirin  notnameyek radestî balyozê Rûsîyayê kirîye. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtara çapemenîyê ya wezîreta karên  der Anî Badalyanê di bersiva pirseke nivîskî ya Radar Armenia de hatîye ragîhandin.

Tê destnîşankirin ku propagandaya eşkere ya ne dostane, carina jî dijminane ya li dijî hukumeta Ermenîstanê ku li ser kanalên têlêvîzîyonê yên dewleta Rûsîyayê tê weşandin, li alîyê Ermenîstanê nerazîbûneke tund çêkirîye.

“Ji ber ku mijar bê guman di navenda bala welatîyên Komara Ermenîstanê de ye û mijara nîqaşên germ yên giştî ye, em naveroka daxwaznameyê ji welatîyên Komara Ermenîstanê venaşêrin.

Ew nerazîbûneke tund li dijî propagandaya eşkere ya ne dostane, pir caran dijminane ya li dijî hukumeta Komara Ermenîstanê di mêdyaya girseyî ya Fêdêrasîyona Rûsyayê de nîşan dide, ku bi daxuyanîyên hin rayedaran, parlamantarên Dûma Dewletê ya Fêdêrasîyona Rûsyayê, mêdyayê û nûnerên civaka pisporan bi awayekî çalak tê xurt kirin”.

Di daxuyanîyê de hatîye destnîşankirin ku gotinên heqaretkar yên ku bi awayekî zindî di kanalên têlêvîzyonê yên dewleta Rûsîyayê de têne weşandin û hedefgirtina çalakîyên rayedarên Ermenîstanê bi tevahî nayên qebûlkirin û dibin sedema bêbandorkirina encamên erênî yên serdanên asta bilind yên dawî yên di navbera Komara Ermenîstanê û Fêdêrasyona Rûsîyayê de.

Di daxuyaniyê de hatîye destnîşankirin ku şirove û daxuyanîyên hin parlamêntarên Dûma Dewleta Rûsyayê yên li ser kiryarên yasayî yên dezgehên bicîhanîna qanûnê yên Ermenîstanê ji bo pêşîgirtina li hewldana darbeyê ne tenê ecêb in, lê di heman demê de hêrs jî dikin. Li gorî van daxuyanîyan, girtina kesên ku plana darbeyê dikin “gaveke din ya nedostane ya serokwezîrê Ermenîstanê, Nîkol Paşînyan tê hesibandin”.

Li gorî vê, daxuyanîyên bi vî rengî ne tenê bêaqil in, ji ber ku ne dîyar e ka çawa û çima pêşîgirtina li darbeyekê wekî gaveke ne dostane tê hesibandin, lê di heman demê de wek destwerdaneke mezin di karûbarên navxweyî yên Komara Ermenîstanê de jî tê hesibandin. Wek din, têgihek tê efirandin ku sîyaseta agahdarîyê bi zanebûn bi armanca têkbirina dêmokrasî, qanûnîbûn û rêziknameya destûrî li Komara Ermenîstanê tê meşandin”,- bersivê de tê gotin.

Wezîretê bang li hevkarên xwe yên rûs kirîye ku tedbîrên tavîlê û bi bandor bigirin da ku van xwepêşandanên nedostane yên li dijî Komara Ermenîstanê rawestînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button