
Seroka xizmeta mîgrasîyayê û hemwelatîbûnê ya wezîreta karên navxweyî Nêllî Davtyanê di hevpeyvîna li gel “Radiolur”ê, behsa danûstandinên serbestberdana vîzayê bi Yekîtîya Avropayê re kirîye û gotîye ku pêşnûmeya plana çalakîyê amade ye û wê di demek nêzîk de bê weşandin.
Bi gotina wê, ev belgeya destpêkê ye ku niha di nav welatên endamên Yekîtîya Avropayê de tê belavkirin, nêrîn têne temamkirin. Li gorî van, belge wê bê temamkirin, û paşê dibe ku di qonaxa duyemîn de bikeve nav tevgerê. Heta cotmehê, ew ê wek belgeyeke dawî ya ku armanc dike serbestberdana vîzayê raberî Ermenîstanê bê kirin.
Nêllî Davtyanê bi bîr xistîye ku ew ê bi zimanê ermenî jî bê weşandin. Wê tekez kirin ku ew ê ne li ser danûstandinan be, ango ew ê belgeyek be ku Komara Ermenîstanê divê tenê xalên ku hatine destnîşankirin bicîh bîne.







