
Karbidestan gotîye, li gorî Kyiv Post ê, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Eliyêv û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê li qesira Sipî bi amedebûna serok Tramp wê çend belgeyên girîng îmze bikin.
Bi taybetî, alî wê daxuyaniyeke hevbeş îmze bikin. Ev yek wê bi fermî “rêyeke berbiçev ya aşîtîyê” û normalîzasîyakirina têkiliyan bi awayekî herî temam mîsoger bike.
Wek din, wezîrên Adibêcanê û Ermenîstanêye karên der wê metina peymana aşîtîyê ya dualî îmze bikin, ku ew çend meh in li ser danûstandinan dikin.
Her wiha ew ê nameyeke hevbeş li ser vekişîna ji Koma Mînskê îmze bikin. Her du welat wê bi fermî ji Koma Minskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê, platformeke navbeynkarîyê ku wek “bêkêr” hatîye hesibandin û pêdivî bi nêzîkatîyeke nû heye, vekişin.
Dewletên Yekbûyî wê bi Ermenîstan û Adirbêcanê re mêmorandumên têgihîştinê yên cuda îmze bikin, ku derfetên ku berê nayên xeyal kirin vedike. Peyman demdirêj in, ji 50 salan zêdetir di meriyetê de ne.
Karbidestan îşaret bi “Peymanên Îbrahîm 2.0” kirine, ku peymaneke sala 2020 î ku armanc dike têkiliyên li Rojhilata Navîn normal bike, û li gorî wê Adirbêcan wê pêşengîya vê înîsiyatîvê bike. Wana gotîye ku înîsiyatîaa nû ya aşîtîyê dikare wek modelek ji bo “çarçoveyeke aşîtîyê” ya berfirehtir ya welatên ku têkilîyên wan bi Îsrayêlê re xurt in û pabendbûna wan bi aramîya herêmî heye, xizmet bike.
Her çend civîn gaveke mezin bû ber bi pêş ve, lê du astengîyên girîng mane:daxwaza Ermenîstanê ya berdana girtîyên xwe yên li Adirbêcanê û daxwaza Adirbêcanê ya guhertina destûra Ermenîstanêye.
Rayedarên amerîkî qebûl kirine ku ev “hûrgulîyên girîng” in, lê gotine ku stratêjîya rêveberîyê ew e ku pêşî alîyan bixe ser rêya aşîtîyê, ku wê hawîrdoreke guncawtir ji bo çareserkirina pirsgirêkên nakok paşê biefirîne.
Dema ku ji rayedarên payebilind yên amerîkî hatîye pirsîn ka roja civînê çi ye, ku bi demeke girîng ya ji bo têkiliyên Ûkraînayê-Rûsyayê re hevdem e, wana eşkere kirîye ku roja înîyê “bi zanebûn ji bo wê rojê nehatîye destnîşankirin”.







