H’emû nûçeSereke
Mîrzoyan û Bayramov amadebûna xwe ji bo berdewamîya dîyaloga raste-rast piştrast kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov re bi rêya têlefonê axivîye. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandîye.
Wezîran li ser pêkanîna danezana hevbeş ya ku di encama civîna li Waşîngtonê hatîye îmzekirin, û her wiha tedbîrên avakirina bawerîyê nîqaş kirine.
Ararat Mîrzoyan û Cêyhûn Bayramov li ser mijarên herêmî nêrînên xwe parve kirine û amadebûna xwe ji bo berdewamîya dîyaloga raste-rast ji nû ve piştrast kirine.







