Fîlosofê alman Îmanûîl Kant nirxandinek kûr li ser gelê ermenî daye: Lêvon Têr-Pêtrosyan

Serokkomarê Ermenîstanêyî yekem, Lêvon Têr-Pêtrosyan, li ser rûpela xwe ya Facebook ê nirxandina Îmanûîl Kant ya li ser Ermeniyan bi bîr xistîye.
Ewî bi taybetî nivîsîye: “Îmanûîl Kant li ser ermenîyan”
Bêguman gelek dîroknas û fîlosofên ermenî zanin ku fîlosofê navdar yê alman yê sedsalên 18-19 a (salên 1724-1804 a) Îmanûîl Kant nirxandineke kûr li ser gelê ermenî daye. Bi rastî, ev nirxandineke ewqas bi rûmet e ku divê her ermenîk bizanibe. Ji ber vê yekê, ez erkê xwe dibînim ku beşa pirtûka Kant “Antropolojî ji pêrspêktîveke pragmatîk” ya der barê ermenîyan de, bi zimanên ermenî û rûsî, raberî civaka me bikim.
“…Gelekî din yê Xiristîyan, ermenî, xwedîyê dîyarîyeke taybet ya gîyanê bazirganî ne. Ew bi peya ji sînorên Çînistanê heta Korsoyê li perava Gvînêyê rêwîtîyê dikin û bi danûstandina kelûpelan mijûl dibin. Ev delîla esilê bêhempa yê vî gelê jîr û xebatkar e, gelekî ku, ji bakûr-rojhilat ber bi başûr-rojavayê ve diçe, hema tevahîya cîhana kevin derbaz dike û şîyana xwe ya şayanê mêvanperwerîya dilovan ya hemî gelên ku ew di nav wan de disekinin nîşan dide. Ev yek jêhatîbûna xaraktêrê wan îzbat dike (destpêka avakirina wê em îdî nikarin lêkolîn bikin).”







