H’emû nûçeSereke

Îranê xwestina xwe ya ji bo avakirina têkilîya trênê bi Ermenîstanê re nîşan daye

Rojnameya Tehran Times ê ragîhandîye ku cîgirê wezîrê veguhestinê yê Îranê, serokê  rîya hesinî Cebaralî Zekarî û  hevkarê  wîyî ermenî (rêvebirê giştî yê   Başûrê Kafkasîyayêyî rîya hesinî Alêksêy Mêlnîkov) li ser berfirehkirina hevkarîyê di warê veguhastina rîya hesinî de axivîne.

Civîn li Sankt Pêtêrbûrgê pêk hatîye.

Di danûstandinan de mijarên efirandina veguhestina rîya hesinî ya domdar, destnîşankirina potênsîyala veguhestina barhilgir, aktîvkirina barhilgiran û hêsankirina danûstandina rîya hesinî ya di navbera Îranê û Rûsyayê de bi rêya Ermenîstanê, bi şertê ku nakokîyên sîyasî yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bên çareserkirin, hatine nîqaşkirin.

Piştî ku di navbera Bekûyê û Yêrêvanê de peymana pêşîn pêk hatîye, rayedar gihîştin wê encamê ku ev mêmorandûm dikare bibe alîkar ku rêya rojavayê ya korîdora transîtê ya navneteweyî ya Bakûr-Başûr bi rêya Naxçevanê ve bê sererastkirin. Ev yek wê rê bide ku piştî navbereke dirêj, danûstandinên rîya hesinî yên di navbera Îranê û Rûsyayê de bi rêya Ermenîstanê ji nû ve dest pê bikin.

Alîyan li hev kirine ku civîna din di demeke nêzîk de li Têhranê li dar bixin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button