
Hindistan û Îran wê vê hefteyê li Têhranê ji bo “baştirkirina têkilîyan” şêwirînên wezîreta karên der li dar bixin. Li gorî rapora The Economic Times ê, ev hevdîtin wê piştî peywendîyeke têlefonî di navbera şêwirmendên ewlehîya neteweyî yên her du welatan de roja şemîyê pêk bê.
Şandeya wezîreta Hindistanêye karên der wê here paytextê Îranê. Li gorî rojnameyê, hevdîtin wê li ser pêşvebirina çalakîyên bendera Çabaharê û pêşxistina korîdora veguhastina navneteweyî ya Bûkur-Başûr, û her weha mijarên din bin.
Rojname destnîşan dike ku ev wê yekem dîyaloga rêkûpêk di navbera her du alîyan de be ji dema pevçûyîna leşkerî ya di navbera Îranê û pevçûyîna Amêrîkayê-Îsrayêlê ya di meha hezîranê de.
Piştî civîna dualî ya Hindistan-Îranê, wê civîna sêalî ya Hindistan-Îran-Ermenîstanê bê lidarxistin, ku ev çend sal in ji bo avakirina girêdaneke di navbera Hindistanê û Ermenîstanê de bi rêya Îranê tê kirin. Ajansa medyayê tekez dike ku ev civîn dikare bibe derfetek ji bo nirxandina peymana aşîtîyê ya ku vê dawîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye îmzekirin.
Şêwirmendê ewlekarîya Hindistanêye neteweyî Ajît Doval û sêkrêtarê konsêya Îranêye ewlekarîyê Elî Larîcanî roja şemîyê bi rêya têlefonê axivîne.
Li gorî alîyê îranî, di axaftina têlefonê de, alîyan li ser berfirehkirina hevkarîya aborî, têkilîyên ewlehî û parastinê yên di navbera her du welatan de, û her weha pêşxistina projeya bendera Çabaharê nîqaş kirine.







