
Endamekî mekteba sîyasî ya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê amaje daye: “Navbera Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê baş e”. Herwesa gotîye: “Çalakkirina parlêmentoyê û avakirina hukumetê yek pakêt in”.
Endamê mekteba sîyasî ya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê Sedî Ahmed Pîre 17 ê îlona sala 2025 a ji Kurdistan24 ê re ragîhandîye: “Herêma Kurdistanê piştgirîyê dide pêvajoya aşîtîyê li Tirkîyayê û Rojavayê Kurdistanê. Herwesa helwesta Herêma Kurdistanê li ser bûyerên ku li deverê çê bûne durist bûye”. Eşkere jî kirîye ku, navbera PDK û YNK ê baş e.
Sedî Pîre herwesa gotîye “PDK û YNK bêyî hev nikarin hukumetê ava bikin. Divê herdu partî bi hev re bixebitin, da ku hukumetekê ava bikin.” Herwesa gotîye:“Çalakkirina parlamêntoyê û avakirina hukumetê yek pakêt in”.
Navbirî amaje jî daye: “Ji bo postê serokê parlamêntoyê, Şalav Kosret Resûl û Mîran Mihemed namzetên me ne. Me daxwaza hevparîyê di hukumetê de kirîye. Divê di postên serokatîyê û serkirdetîyê de hevsengî hebe”.
Endamê mekteba sîyasî ya YNK ê tekez jî kirîye: “Divê parlamento vê mehê bê çalak kirin, û em daxwaza hevsengîyê di parvekirina desthilatê de ji bo hemî postan dikin. Ez hêvî dikim ku kabîneya dehê ya hukumeta Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Îraqê bê avakirin”.







