SerekeSîyasî

Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê  bi seredana  durojê li Ermenîstanêbe

Komîsera berfirehkirinê ya Yekîtîya Avropayê, Marta Kos, wê ji 19-20 ê îlonê  ji bo serdana du rojê li Ermenîstanê be. Li gorî “Armenpress” ê derheqa wê yekêda ji ofîsa mîsyona Yekîtîya Avropayêye li Ermenistanê  hatîye ragihandin.

Daxuyanîyêda hatîye kifşê ku ev serdan di qonaxeke girîng ya pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de tê û wê derfetekê peyda bike ku ajenda girêdana navbera herêman ya Yekîtîya Avropayê wek beşdarîyeke rastîn ji bo pêşkeftina herêmî bê raber  kirin.

Di serdana xwe de, komîser Kos wê bi serokkomar Vahagin Xaçatûryan, serokwezîr Nîkol Paşînyan, cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan, û her weha wezîra karên hundur Arpînê Sargsyanê re bicive.

Di dema serdanê de, komîserê beşdarî merasîma îmzekirina du projeyan bi bankaya Avropayê ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê re bibe, serdana cîhê pêkanîna projeya bîyolojîk ya “Yekîtîya Avropayê ji bo Sêvanê” bike, û serdana navenda TUMO ê ya têknolojîyên efirîner bike.

Komîsera berfirehkirina Yekîtîya Avropayê wê bi rêxistinên civaka sîvîl, pêşengên jin û balyozên ciwan yên avropî re jî bicive. Marta Kos di çarçoveya serdana xwe ya herêmî de serdana Adirbêcanê jî kirîye û li wir bi serokkomar Îlham Elîyêv, wezîrê karên der Cêyhûn Bayramov û wezîrê aborîyê Mîkayîl Cabarov re civîyaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button