
Serokê komeleya koçberên Serê Kanîyê ya li Hisîçayê Mehmûd Cemîl bal kişand ser zextên ku li kurdan tên kirin da ku malên xwe bifiroşin û gotîye: “Em wekî koçberan vê planê red dikin û em bi îradeya xwe dev ji ax û milkên xwe bernadin”.
Mehmûd Cemîl radigihîne ku rewşa Serê Kanîyê û gundewarê wê ji ber dagirkerîyê di bin gefên berdewam de ye û piştî rûxandina desthilata Beşar Esed jî tu kurd venegerîyane ser mal û milkên xwe.
Mehmûd Cemîl dîyar kirîye ku binpêkirin, tawanên şer û tawanên mirovahîyê li herêmê didomin û tu derfet ji bo vegera koçberan nehatîye efirandin.
Serokê komeleya koçberên Serê Kanîyê ya li Hisîçayê Mehmûd Cemîl beşdarî byûlêtêna Rûdawê bûye û li ser rewşa Serê Kanîyê û koçberên wê pirsên Sîma Abxizirî berisvandine.
“Ji 50 kurdan kêmtir mane”
Mehmûd Cemîl li ser hejmara kurdên ku li Serê Kanîyê mane agahîyên balkêş dane û gotîye:
“Piştî ketina rêjîma Esed, tu kurd venegerîyane ser mal û milkên xwe yên li Serê Kanîyê.
Tenê çend malbatên ereb yên ku koçber bûbûn vegerîyane, ku hejmara wan nagihîje 20 malbatî jî.
Li gorî agahîyên me, niha ji 50 kesî kêmtir kurd li Serê Kanîyê mane, ew jî pîr û kal in û li ber malên xwe ne”.
Serokê nû yê Sûryayê pabendî sozên xwe nebûye
Serokê komîteya koçberan amaje bi sozên ku ji alîyê rêveberiya nû ya Sûryayê ve hatibûn dayîn kirîye û wiha axivîye:
“Mixabin serokê nû yê Sûryayê (Ahmed Şer) pabendî sozên xwe nebûye.
Ewî soz dabw ku koçberên Efrînê vegerin malên xwe û di hevdîtina bi gênêral Mezlûm Ebdî re jî 10 ê adara sala 2025 a de li ser vegera koçberan lihevkirin çêbûye, lê tiştek pêk nehatîye”.
Cemîl destnîşan kirîye ku “komên çekdar yên li herêmê serdest in, nahêlin kurd vegerin û hewl didin bi rêyên cûre-cûre dest deynin ser mal û milkên wan”.
Zext ji bo firotina mal û milkan
Mehmûd Cemîl bal kişand ser zextên ku li kurdan tên kirin da ku malên xwe bifiroşin û gotîye:
“Ew (komên çekdar) bi rêya têlefonê gefan li xwedîyên malan dixwin û dibêjin heger hûn xanîyên xwe nefiroşin, em ê xirab bikin yan jî biteqînin.
Dixwazin mal û milkên kurdan bi bihayekî gelekî erzan bikirin lê em wekî koçberan vê planê red dikin û em bi îradeya xwe dev ji ax û milkên xwe bernadin”.
Banga li civaka navneteweyî
Di dawîyê de, Mehmûd Cemîl ragîhandîye ku wan wekî komîtêya koçberan ji bo vegera xelkê Serê Kanîyê gelekî hewil daye û bi Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û hukumeta demkî ya Sûrîyayê re ketine nava têkilîyan, lê heta niha tu encamên erênî bi dest nexistine.
Ewî gotîye ku ew di wê bawerîyê de ne ku wê gelê wan vegere ser axa xwe û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo vê yekê bidomînin.







