H’emû nûçeSereke

Padişa Bêlçîkayê wê serdana Ermenîstanê bike

Padişa Bêlçîkayê Matîlda wê ji 13-15 ê cotmehê wek piştgireke ji armancên pêşkeftina domdar yên Neteweyên Yekbûyî bi serdana xebatê li Ermenîstanê be.

Li gorî peyamnêrê  «Armenpress»-ê li Bryûsêlê, xizmeta çapemenîyê ya qesira Bêlçîkayêye padişatîyê daxuyanî daye.

Di daxuyanîya çapemenîyê de hatîye gotin:”Ev serdan wê derfetekê peyda bike da ku girîngîya ajendaya sala 2030 î ji bo pêşkeftina domdar bê ronîkirin û dîyaloga raste-rast bi gelek beşdarên civaka ermenî re bê danîn ku di warên nûjenî, tevlîbûna civakî, tendurîstîyê, perwerdê û parastina jîngehê de beşdar in”.

Di serdana xwe de, xanimê wê bi xwendikarên zanîngeha  Yêrêvanêye dewletê  re bicive û li ser vîzyona wan ya ji bo destpêşxerîyên pratîkî yên ber bi pêşkeftina domdar ve nîqaş bike. Her wiha serdana bo navenda TUMO ê ya têknolojîyên efirîner jî hatîye plankirin.

Yek ji xalên sereke yên bernameya xanimê wê mijarên jîngehê bin, ku di çarçoveya wê de ew ê serdana herêma Gêxarkûnîkê û herêma gola Sêvanê bike, ku ev yek bi taybetî di çarçoveya amadebûna Ermenîstanê ji bo mazûvanîya konfêransa COP-17 ya li ser cûre-cûrîya bîyolojîk di sala 2026 a de girîng e.

Ewê li ser projeya daristançêkirinê ya ku ji hêla “Forest Armenia” ve tê bicîh kirin, fêr bibe, ku armanc dike pêşî li gefa çolbûnê bigire û bandorên neyînî yên guherîna avhewayê kêm bike.

Her wiha serdana bo baxçeyê zarokan ku pisporê piştgirîya zarokên xwedî pêdivîyên perwerdehîyê yên taybet e jî hatîye plankirin.

Xanimê wê her wiha li ser mijarên têkildarî tevlêbûna aborî û civakî ya penaberan li Ermenîstanê nîqaş bike.

Xanimê wê bi rayedarên Ermenîstanê re civînên asta bilind li dar bixe da ku li ser pêşînîyên welêt ji bo pêkanîna armancên pêşkeftina berdewam û pirsgirêkên ku vîzyona sala  2030 î pê re rû bi rû ye, nîqaş bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button