H’emû nûçeSereke

Sroka  Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê  wê bi serdan bê Ermenîstanê

Wezîra Fînlandîyayêye karên der Êlîna Valtonên wê di navbera 13-15 ê cotmehê serdana Ermenîstanê, Gurcistanê û Adirbêcanê bike.Ev serdana wê ya herêmî ye wek seroka Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê.

Valtonên wê bi rayedarên payebilind û nûnerên civaka sîvîl yên her sê welatan re bicive. Di dema serdanê de, wê mijarên normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê û pêşxistina civaka sîvîl li Gurcistanê bên nîqaşkirin.

Wezîrê daye kifşê  ku Fînlandîya piştgirîyê dide hewldanên ji bo qewînkirina aşîtî û dêmokrasîyê li Başûrê Kafkasyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button