SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî: Kurdistan her dem dibe navenda pêkvejîyana aşîtîyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, 12 ê cotmehê li Hewlêrê beşdarî çendîn çalakîyên girîng yên olî û çandî bûye û ragîhandîye ku Kurdistan wê her dem wek navenda bihêzkirina biratî û pêkvejîyana aşîtîyane ya di navbera olan de bimîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya fermî ya tora civakî ya “X” e peyamek belav kirîye û tê de hûrgilîyên çalakîyên xwe yên îro eşkere kirine.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de, wiha nivîsîye: “Li Hewlêrê, me dêra (Um El-Nûr) vekir, kevirê bingehîn yê peymangeha (Ezher) danî û em beşdarî merasîma derçûnê ya peymangeha pêşnimêj û gotarbêjan ya Hewlêrê bûne”.

Ev sê çalakîyên cuda, ku hem civaka xiristîyan û hem jî ya misilman li xwe digirin, wek peyameke xurt ya piştgirîya hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo azadîya olî û çanda pêkvejîyanê tê dîtin.

Di dawîya peyama xwe de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser peyama sereke kirîye û gotîye: “Kurdistan, wekî her dem, wê bibe navenda pêşxistina zêdetir ya biratîya di navbera olan de û pêkvejîyana aşîtîyane”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button