H’emû nûçeSereke

Fonda pera ya navneteweyî pêşbînîya mezinbûna aborîya Ermenîstanê ji bo salên 2025 a û 2026 a baştir dike

Fonda pera ya navneteweyî pêşbînî dike ku aborîya Ermenîstanê heta dawîya sala 2025 a wê bi rêjeya 4,8 selefî mezin bibe. Ev pêşbînî di rapora pêrspêktîva aborîya cîhanê ya cotmehê de cîh digire.

Raporeke wekhev de ku di nîsana îsal de hatîye weşandin,  fonda pera ya navneteweyî mezinbûna aborî ya Ermenîstanê sala 2025 a de 4,5 selefî pêşbînî kirîye.

Raporta heyî her wiha nîşan dide ku mezinbûna aborî ya Ermenîstanê sala 2026 a de jî wê 4,9 selefbe (di rapora nîsanê de 4,5 selef hatibû pêşbînîkirin).

Analîstên fonda pera ya navneteweyî jî pêşbînî dikin ku înflasîyon li Ermenîstanê wê  sala 2025 a bigihîje 3.3 selefî û  sala 2026 a de jî bigihîje 2.8 selefî.

Banka pêşveçûyînê ya Avrasyayê pêşbînî dike ku mezinbûna berhema navxweyî ya Ermenistanê wê sala 2025 a 5.5 selef be. Banka cîhanî pêşbînî dike ku aborîya Ermenîstanê wê  sala 2025 a 5.2 selefbe, fonda pera ya navneteweyî 4.8 selef, banka nûavakirin û pêşveçyîûnê 5 selef û banka pêşveçûyînê ya asyayî (bi 6 selef) mezin bibe. Fitch Ratings pêşbînî dike ku mezinbûna aborîya Ermenîstanê wê sala 2025 a 4.9 selef be, lê Netewên Yekbûyî pêşbînî dike ku aborîya Ermenîstanê wê 5.2 selef mezin bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button