H’emû nûçeSereke

Sedeman li ser dahata bazirganîya Ermenîstanêye der kêm bûye: aborîzan sedeman dîyar dike

Dahata bazirganîya Ermenîstanêye der di 8 mehan de, çile-tebaxê zêdetir gihîştîye 12 mîlyard 942 mîlyon dolarî, li gorî heman serdema sala borî bi 41,1 selefî kêm bûye. Aborîzan Armên Ktoyan bawar dike ku rewşa strêsdar ya ku ji ber şerê rûsa-ûkraîna çêbûye, “dengîya dîjîtal” paşve diçe, nexşeya bazirganîya zêr ya ku di 2 salên berê de hatîye dîtin tenê dev ji xebatê berdide, mezinbûna du reqemî ya di ji nû ve îxracatê de paşve diçe, ku ev pêvajoyeke saxlem e, bandoreke neyînî li ser kalîteya dahata bazirganîya Ermenistanê yan jî pêşbazîya der nake û nake.

Ktoyan di hevpeyvînekê de bi “Armenpress” ê re nêrîneke wisa anîye ziman.

“Parçeyeke mezin hebû, ku bi rewşa ji şerê rûsa-ûkraînayê derketibû holê ve girêdayî bû. Di bingeh de, ew rewşeke strêsî bû.Çalakî ji wê rewşa strêsî derdikevin, ku di warê nîşaneyan de hin guhertinên erênî tomar dikin. Mînak, zêdebûna danûstandina bazirganîyê di 2 salên berê de. Bê guman, ev strês nikare her û her bidome. Pêl paşve diçe. Û ev yek bi kêmbûneke du reqemî tê îfade kirin, mîna ku di salên berê de me mezinbûneke du reqemî, heta sê reqemî hebû”,- Ktoyan gotîye.

Ewî destnîşan kirîye ku beşeke mezin ji bazirganîya der ji bazirganîya zêr pêk tê. Beşeke ji wê ji Rûsyayê hawirdekirin bûye, beşa din jî ji bo hinardekirinê, bi taybetî ji bo Îekîtîya Mîrtîyên Ereba bûye.

“Ji ber ku ew opêrasyon gelek caran kêm bûye, ew pêla strêsê tê bêbandorkirin, bi xwezayî, ev yek di nîşaneyan de jî xuya dike. Lê belê gotina ku ev dibe sedema kêmbûna kalîteya danûstandina bazirganîya me yan kêmbûna pêşbazîya derveyî ne mimkûn e. Bi tenê, ew nexşeya bazirganîya zêr dev ji kar berdide”,- aborîzan gotîye.

Ewî destnîşan kirîye ku di sêktora çêkirinê de, di hilberîna mêtalên bingehîn de kêmbûneke du reqemî heye, ku di bingeh de ji wê danûstandinê derdikeve. Ktoyan destnîşan kirîye ku “Kêmbûna giştî ya di hemî sêktoran de ji kêmbûna hilberîna mêtalên bingehîn biçûktir e. Ev tê vê wateyê ku heger em kêmbûna hilberîna mêtalên bingehîn, ku ji ber zêr e, li ber çavan negirin, di sêktorên mayî de zêdebûneke dîyarkirî heye”.

Aborîzan destnîşan kirîye ku di mijara Çînistanê de, şert û mercên şerê rûsa-Ûkraîna jî bi awayekî neraste-rast roleke dîyarkirî dilîzin.

“2 salên borî de, me zêdebûneke bilez di ji nû ve hinardekirinê de hebû, ku di encamê de mezinbûneke du reqemî, heta sê reqemî di nîşanan de çêbûye. Vê yekê bandor li nîşaneyên çalakîya aborî kirîye, lê nirxeke zêdekirî ya têkildar nehat efirandin. Ev dikare ji delîlên zêdebûna pêşbazîya aborî bêtir wek “dengeke dîjîtal” bê hesibandin. Niha ew pêvajo paşve diçe. Ji pêrspêktîva pêşbazî û berxwedana aborîya me ve, ew pêvajoyek saxlemtir e”,- Ktoyan gotîye.

Aborîzan behsa mezinbûna bazirganîya bi Yekîtîya Avropayê re kirîye û destnîşan kirîye ku gelek faktor bandorê li vê dîyardeyê dikin. Bêyî analîzên guncaw, fêmkirina kîjan faktorî beşdarî çi bûye pir dijwar e. Ji ber nebûna nirxandinên weha, Ktoyan lez nekir ku sedem û faktorên taybetî bi nav bike.

Lê belê, ewî destnîşan kirîye ku pêdivî ye ku dîsa bê hesibandin ku beşeke girîng ya danûstandina bazirganîyê bi rastîyên ku ji ber şerê rûsya-ûkraya hatine efirandin ve girêdayî ye. “Her wiha, makîne û hilberên êlêktrîkê ji welatên Yekîtîya Avropayê yên takekesî hatine hawirdekirin û bi awayekî navbeynkar ji bazara Rûsyayê re hatine şandin. Heger karsazî jixwe di warê van planan de hin sînorkirin hebin û tevlihevîyên din derkevin holê, bê guman, di warê dabînkirinê de jî sînorkirin wê hebin. Divê bi heman mantîqê bê nirxandin”,- Ktoyan destnîşan kirîye.

Aborîzan tekez kirîye ku tiştê ku hatîye gotin ne daxuyanîyeke bê guman e, lê biryarek mantîqî ye ku ji trêndên berê derdikeve. Ji bo ku biryarên kûrtir bên dayîn, divê modêlên guncaw bên bikar anîn û nirxandinên modêlan yên kûrtir bên kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button