
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, patrîkê dêra Ortodoks ya sûryanyan Patrîk Mar Îgnatîûs Yêprêm û dêlêgasîya pê re qebûl kirîye.
Komeke qeşe, metran û zanayên dînî yên xiristîyan yên ji seranserê cîhanê di nav dêlêgasîyayêda bûne.
Serokatîya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyanîyek belav kirîye
Dêlêgasîyayê armanca serdana xwe aşkere kirine û gotine ku ew ji bo vekirina du dêran hatine Hewlêr û Dihokê.
Li gorî daxuyanîya Herêma Kurdistanê dêlêgasîya ji bo piştgirîya wan ya li xiristîyanan spasîya serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê kirine.
Dêlêgasîyayê ji bo alîkarîya Herêma Kurdistanê ya di dema şerê DAIŞ ê de spasîya Herêma Kurdistanê kirine.
Dêlêgasîyayê her wiha pesinê çanda bihevrejîyanê ya li Herêma Kurdistanê daye.
Li alîyê din, Nêçîrvan Barzanî jî gotîye: “Kurdistan welatê me hemûyan e û em bi çanda xwe ya bihevrejîyanê serbilind in”.
Ewî daye zanîn ku Herêma Kurdistanê wê her tim vê çanda hevqebûlkirin û pirrengîyê biparêze û bi pêş bixe.
Serokê Herêma Kurdistanê gotîye:”Xiristîyan pêkhateyeke resen yên vî welatî ne û divê hemû kes di erk û mafan de wekhev bin”.
Di civînê de her wiha behsa rewşa dêrê û şopînerên wê yên li Îraqê, Kurdistanê hatine kirin.







