H’emû nûçeSereke

Ermenîstan amade ye rêyê ji bo barên ku ji Tirkîyayê diçin Adirbêcanê veke:Paşînyan

Dibe ku gelek hêz hebin ku bi vekirina van kanalên ragîhandinê re eleqedar nebin, lê di rastîyê de hemî lîstikvan wê ji vê projeyê sûd werbigirin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  nîqaşeke bi sernavê “Li çarxarên rêbertîyê” de di çarçoveya forûma aşîtîyê ya Parîzêye 8 emînde, bi îşaret bi bernameya “Rêya Tramp” de gotîye.

“Binhêrin, li gorî daxuyanîya aşîtîyê ya ku li Waşîngtonê wek encama vekirina kanalên ragîhandinê yên me bi Adirbêcanê re hatîye pejirandin û em hêvî dikin ku di wê çarçoveyê de vekirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de pêk bê.Dawîyê de wê çi hebe? Di navbera Kendava Farisa, Kendava Omanê û behra Reş de kanalên ragîhandinê yên vekirî wê hebin, di navbera behra Kaspîyê û  deryaya Navîn  de girêdaneke nû hebe, derfetên nû wê hebin. Ermenîstan wê bi Îranê re, bi Rûsyayê re û bi Asyaya Navîn re girêdana rîya hesinî hebe”.

Hûn zanin vê dawîyê çi qewimî, Adirbêcanê ragîhand ku ew hemû qedexeyên li ser veguhestina tranzîtê ya di nav axa xwe de ber bi Ermenîstanê derxistîye. Ev daxuyanîyeke pir girîng e, û ez pir teqdîr dikim, ji ber ku ew biryareke bi rastî dîrokî ye ku ji hêla Adirbêcanê ve hatîye dayîn, û em teqdîr dikin.

Her wiha em amade ne ku kanalên xwe yên ragîhandinê ji bo Adirbêcanê vekin, û min vê dawîyê ragîhand ku em amade ne ku rêyek ji bo barên ku ji Tirkîyayê ber bi Adirbêcanê ve diçin û barên ku ji Adirbêcanê ber bi Tirkîyayê ve diçin peyda bikin.

“Min fêm kir ku dibe ku hêz hebin ku bi vekirina kanalên ragîhandinê yên herêmî re eleqedar nebin, lê di rastîyê de ev proje ji bo hemî lîstikvanan sûdmend e”,- Nîkol Paşînyan dîyar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button