H’emû nûçeSereke

Nifûsa Ermenîstanê ya daîmî îsal bi 14,3 hezarî zêde bûye

Li gorî serjimêrîya heyî ya ku li ser bingeha serjimarîya sala 2022 a hatîye kirin, hejmara nifûsa daîmî ya Ermenîstarnê heta 1 ê cotmeha îsal 3 mîlyon  90,5 hezar kes e.

Li gorî “Armenpress”ê, derheqa wê yekêda komîtêya Ermenîstanêye îstatîstîkîyê ragîhandîye.

Li 49 bajarên Komarê mîlyonek  977,4 hezar, lê 954  gundan jî mîlyonek 113,1 hezar kes dijîn.

Li gorî daneyên pêşîn yên sala 2025 a, binelîyên Yêrêvanê mîlyonek 144,7 hezar kes e ( sala 2024 a mîlyonek 136,3 hezar kes bûye).

Di nav herêman de herî zêde nifûsa Kotaykê (296,1 hezar), herî kêm Vayos Zor (49,6 hezar) .

Ji 1ê çile heta 1 ê cotmehê nifûsa Ermenîstanê ya daîmî bi 14,3 hezar zêde bûye.

Mehên çile-îlonê de zêdebûna xwezayî 4 634 kes e. Li gor qeyda qanûnên niştecîhbûna sîvîl di wê demê de li Ermenîstanê 23  698 zarok bûne û 19 64 kes jî mirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button