Banka cîhanî pêşbînî dike ku mezinbûna aborîya Ermenîstanê hêdî dibe

Banka cîhanî rapora xwe ya bi navê “Nûbala aborî ya Ermenîstanê: bazarên dadperwertir ji bo mezinbûna berfireh”, pêşbînî dike ku mezinbûna aborî ya Ermenîstanê hêdî bibe, û mezinbûn sala 2025 a 5,2 selefî û sala sala 2026 a de 4,9 selefî pêşbînî dike.
Raport destnîşan dike ku mezinbûn li Ermenîstanê ji ber sivikkirina faktorên demkî yên ku berê hatine dîtin, dest bi hêdîbûn û nermbûnê kirîye. Her çend mezinbûn sala 2022 a de 12,6 selef bûye, sala 2023 a de daket 8,3 selef, sala 2024 a de 5,9 selef û di nîvê yekem yê vê salê de 5,6 selef. Di derbarê pêşbînîyên îsal de, tê pêşbînîkirin ku mezinbûn sala 2025 a de bigihîje 5,2 selefî, sala 2026 a de dakeve 4,9 selefî û di sala 2027 a de jî 4,7 selef.
Pêşbînîya mezinbûna aborî ya hukumeta Ermenîstanê ji bo sala 2025 a 5,2 selef û ji bo sala 2026 a jî 5,4 selefe.
Li gorî raporê, tê pêşbînîkirin ku înflasîya sala 2025 a de dakeve 3 selefî yan û di navdema navîn de aram bibe. Tê pêşbînîkirin ku kêmasîya byûcêyê sala 2025 a ji ber xercên li ser xizmetgûzarîyên civakî, binesazîyê û parastinê zêde bibe û bigihîje 5 selefê berhemên navxweyîy. Tê pêşbînîkirin ku deynê giştî heta sala 2027 a zêde bibe û bigihîje 55.4 selefê berhemên navxweyî û di navdema navîn de kêm bibe.







