H’emû nûçeSereke

Bi praktîkî em derketine:Alên Sîmonyan derheqa Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Kolêktîvda

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan derheqa pirsa mecala derketina ji Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Kolêktîvda xeberdaye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, ewî derbarê wê yekêda rojnamevanara xeberdaye:

“Derketina ji organîzeyê ne gava dijî Rûsîyayêye.Mesele, tu dikevî nava organîzeya rojnamevana û ew organîze borcdarîyên xwe naqedîne û tu dixwezî ji wê derkevî, usaye tu dijî rojnmevanayî?”.

Çawa bersiva wê pirsê, ku heger usaye bona çi Ermenîstan ji organîzeyê dernakeve,serokê parlamêntê gotîye:

“Bi praktîkî em derketîne.Çi ku derheqa tiştên mayînda, ew yek îdî dimîne ser danûstandina”. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button