H’emû nûçeSereke

Armanca Ermenîstanê tevlîbûna NATO  ê tune ye: Sargîs Xandanyan

Ermenîstan çarçoveyeke dîyarkirî ya hevkarîyê bi NATO ê re heye, lê tu armancên wê ji bo tevlîbûna vê strûktûrê tune ne.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokê komîtêya daîmî ya têkilîyên karên der Sargîs Xandanyan, hevpeyvîna bi rojnamevanan re, li ser pirsa heyîna mûhtemel ya NATO ê li Ermenîstanê, piştrast kirîye.

Xandanyan gotîye:”Li Ermenîstanê heyîna NATO ê nikare hebe, ji ber ku berî her tiştî, Ermenîstan tu armancên tevlîbûna NATO ê tune ne. Ermenîstan çarçoveyeke dîyarkirî ya hevkarîyê bi NATO ê re heye, ku bi tu awayî heyîna fîzîkî ya NATO ê li Komara Ermenîstanê nîşan nade”.

Xandanyan di çarçoveya projeya hevbeş ya TRIPP ê ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de, axaftina li ser heyîna mûhtemel ya NATO ê ne guncaw dîtîye.

“Komara Ermenîstanê wê bi Dewletên Yekbûyî û alîyên sêyemîn yên ku bi hev re li hev kirine  bixebite da ku çarçoveya pêkanîna bernameya ragîhandinê ya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” li axa Komara Ermenîstanê dîyar bike”.

Serokwezîr gotîye: “Heta dawîya vê salê, dive hemû hûrgilîyên me li ser kaxezê bin. Dive em di nîvê yekem yê sala 2026 a de li hev bikin û divê em di nîvê duyemîn de dest bi xebatên avakirinê bikin. Eve plan “.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button