TRIPP garantîyên pir qewîn dide Ermenîstanê: balyoza Amêrîkayê

Bayloza Amêrîkayêye li Ermenîstanê Krîstîna Qwînê di hevpeyvîna ligel CivilNet ê gotîye, Tirkîya êlêmênteke girîng ya vîzyona TRIPP ê ya Tramp e.
“Heger beşa rîya hesin ya ku di Naxçêvanê re derbas dibe vegere Ermenîstanê, bi rêya Şîrakê, Qersê vegere Tirkîyayê û ji wir jî her ku diçe, ev wê bibe projeyeke bi rastî jî bi bandor”,- balyozê gotîye.
Baylozê gotîye ku Dewletên Yekbûyî yê raste-rast bi Tirkîyayê re li ser vê mijarê dixebite, û her wiha Ermenîstan jî bi Tirkîyayê re dixebite da ku hewl bide hemû gavên pêwîst ji bo pêkanîna wê vîzyonê biavêje.
Krîstîna Qwînê gotîye:”Bi çêkirina rêyeke ewleh him li bakûr û him jî li başûr, ku wê ji Naxçêvanê re derbaz bibe, dû re li Ermenîstanê ber bi Gumirîyê û parêzgeha Qersê ya Tirkîyeyê ve, rêyeke tranzîtê wê bê vekirin ku wê rojhilat bi rojavayê ve girêbide û berevajî vê, ku wê sûdê bide hemî welatên ku ew rê wê ji wan derbaz bibe. Û ez ê bêjim ku Ermenîstan wê belkî ji yên din bêtir sûd werbigire, ji ber ku di 30 salên dawî de sînorên rojhilat û rojavayê Ermenîstanê hatine girtin”.
Balyozê dema ku vîzyona Amêrîkayê ya li ser TRIPP raber kirîye, tekez kirîye ku ew rêyek e ku wê bibe alîkar ku Rojhilat bi Rojavayê, Rojava bi Rojhilatê û di dawîyê de Asyaya Navîn bi Avropaya Rojavayê ve girêbide. Ew bawer dike ku Kafkasya ji ber sedemên cûre-cûre yên jêopolîtîk demeke dirêj e ku ji bo wê rêyê asteng e.
“Her ku TRIPP tê pêşxistin, vîzyon ew e ku ew ê bi Dewletên Yekbûyî re bi rêya hin cûre hevkarîyeke hevbeş bê pêşxistin, ku em niha li ser dixebitin. Ermenîstan wê li ser maseya danûstandinan cîhekî daîmî hebe da ku alîkarîya pêşxistina wê bike û piştrast bike ku yekparçeya axa wê, serwêrî û dadwerîya wê bi rastî tê parastin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku TRIPP garantîyên pir hewîn dide Ermenistanê ku ew ê bi pirsgirêkên ku fikarên wan hebûn re rû bi rû nebe”,- balyoza amêrîkî gotîye.







