H’emû nûçeSereke

Yêrêvanê û Bekûyê lîsteyên berheman ji bo bazirganîyê guhertine

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di brîfîngê de gotîye ku Ermenîstanê û Adirbêcanê lîsteyên pêşin yên komên berheman li ser tiştên ku dikarin bifroşin û bikirin, eleqe heye, pêvajoyek heye, danûstandin kirine. Ewî destnîşan kirîye ku lîste niha têne lêkolînkirin.

Serokê hukumetê gotîye ku  wextê rasthatina cîgirên serokwezîra,cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê ragîhandîye ku Bekû amade ye ku berhemên pêtrolê bifroşe.

Hukumeta Ermenîstanê,li ser vê mijarê lêkolîn kirîye, wan karsazên ku li gorî nirxandina rêveberîyê, ne meyldar in ku wê veguherînin kampanyake sîyasî li ser îhtîmaleke usa agahdar kirîye.

Nîkol Paşînyan gotîye:”Hevaltîya, heger ez şaş nebim, du hevaltîyên ji Ermenîstanê, têkilî danîne. Bi awayê, di dema hawirdekirina koma yekem de boykot hebû, ji ber ku zincîreyên firotanê red kirin ku wê bênzînê bifroşin, ev tê vê wateyê ku fikar û tirsên me yên destpêkê rast bûne”.

Ewî destnîşan kirîye ku bazar û derfet ji bo her kesî vekirî ne, û her kesê ku bixwaze dikare jê sûd werbigire.Serokwezîr tekez kirîye ku li vir tu sînorkirin tune ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button