Prodyûsorê ermenîyê amêrîkî Sêv Ohanyan di nav xwedîyên “Globûsa zêr” de ye

Hilberînerê ermenîyê amêrîkî Sêv Ohanyan ya fîlma “Sinners” di nav xelatgirên xelatên “Globûsa zêr” de ye. Li gorî “Armenpress” ê, fîlma Ohanyan û her weha ya hilberînerên din Zînzî Kûglêr û Rayan Kûglêr, di katêgorîya “Serkeftina sînêmayî û bilêtfiroşîyê ya herî baş” de xelata “Globûsa zêrîn” wergirtîye.
“Sinners” her wiha xelata mûzîka orjînal ya here baş wergirtîye, ku ew xelat gihîştîye bestekarê swêdî Lyûdvîg Yoranson.
“Sinners” sêyemîn fîlmê herî zêde berbijêrkirî bûye di xelatên “Globûsa zêrîn” yên îsal de, bi heft berbijêran, di nav de xelata baştirîn film-dirama.
“Sinners” bihara sala 2025 a li sînemayan derket. Fîlm, ku byûcêya wê nêzîkî 100 mîlyon dolar bûye, li gişeya cîhanî 368.3 mîlyon dolar qezanc kirîye.
Sêv Ohanyan sala 2021 ê de bi Zînzî Kûglêr û Rayan Kûglêr re Proximity Media damezrand. Vê şîrketa hilberînê ya amêrîkî peymaneke pênc salî bi The Walt Disney Company re îmze kirîye.







