Sê tebeqên TRIPP ê li gorî wezîrê karên der Ararat Mirzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, dema ku danûstandinên li Waşîngtonê hatine kirin û ev belgeya îmzekirî raber kirîye, ragihandîye ku dxuyanîya hevbeş ya li ser weşandina çarçoveya cihbicîhkirina bernameya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de wê belgeya dawîn ya pêkanîna bernameyê nebe.
Wezîr vê daxuyanîyê wek destkeftiyek ji bo Ermenîstanê, Dewletên Yekbûyî û cînarên me dibîne. Li gorî Ararat Mîrzoyan, ew daxuyaniyek e ku di navbera daxuyanîya 8 ê tebaxê û peymanên dawî û belgeyên qanûnî yên têkildar de ye.
“Tiştê ku li ser kaxezê hatîye nivîsandin û bi dema Yêrêvanê ya şev hatîye weşandin, li ser nehatiye lihevkirin, tu şertek tune ye ku hatîye bilindkirin, danûstandin lê hatîye kirin û li ser hatîye lihevkirin, lê me ji ber hin sedeman ew neweşandiye. Ji ber vê yekê ez yekser dibêjim û bê guman tu bendek wisa tune. Tiştê ku di vê belgeyê de heye û hatîye weşandin heye”,-ewî gotîye.
Wezîrê karên der sê tebeqe di bernameya TRIPP de ji hev cuda kirîye:
Qata yekem girêdana welatên sêyem-welatên sêyem e: Asyaya Navîn ya bi şert, Yekîtiya Avropayê,
qata duyem: girêdana Naxçêvanê û Adirbêcanê,
qata sêyem: girêdana Ermenîstanê û welatên sêyem di du alîyan de: Ermenîstan-Asyaya Navîn û Ermenîstan-Rojava.
Feyde çi ye?
Wezîrê karên der destnîşan kirîye ku daxuyanî diyar dike ku DewletênYekbûyî û Ermenîstan çi armanc dikin û wê çi feydayên wan ji pêkanîna vê bernameyê hebin. Ararat Mirzoyan gotîye: “Bi vî awayî Ermenîstan wê rola xwe wek navendeke tranzîtê û aborî ya herêmî berfireh bike, şiyana xwe ya kişandina veberhênanên biyanî zêde bike, heta kar, derfet, îhtîmala hevkariyên hevbeş”.
Serkeftina TRIPP ê bi çi ve girêdayî ye?
Ararat Mîrzoyan şertên pêwîst ji bo pêkanîna serkeftî ya bernameyê destnîşan kirîye. Li vir ewî nivîsa daxuyaniyê wiha vegotîye:
“Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî qebûl dikin ku serkeftina TRIPP ê bi van ve girêdayî ye:
. Sazkirina bêtir ya aştîyê di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de,
. Pêşveçûn ber bi çareserîyeke berfireh ya nakokîya Ermenîstan-Tirkiyayê ve,
. Têkilîya domdar ya Dewletên Amêrîkaêye Yekbûyî,
. Hevkarîya herêmî û îstîqirar,
. Avakirina kapasîteya bi bandor ya sazîyên Ermenîstanê”.







