
Sênatorê amerîkî tekez kirîye ku divê hukmeta Sûryayê li ser destdirêjîya li ser mafên kêmanîyan li Sûryayê bê haydarkirin û ev nayê qebûlkirin.
Sênatorê amêrîkî Lîndsî Grêhêm, ku dostê nêzîk yê serokê Amerîkayê Donald Tramp e,li ser tora civakî ya X ê peyamek li ser rewşa Sûryayê belav kirîye.
Lîndsî Grêhêm peyama xwe de nivîsîye: Ez daxwaza aramkirina rewşa Sûryayê dikim. Hin raportên bawerê hatine belavkirin ku behsa wê yekê dikin ku hêzên Sûryayê zêdetir pêngavan li dijî hevpeymanên me yên kurd diavêjin. Her pêngaveke bi vî rengî, bi dîtina min dibe sedema wê yekê ku Amêrîkayê rengvedaneka tund hebe.
Grêhêm peyama xwe de herwesa gotîye: Em piştgirîyê didin wê yekê ku derfeta din bi Sûryayê bê danyî, lê em êrîşa li ser hevpeymanên xwe yên kurd qebûl nakin, ku di şikênandina DAIŞ ê de hêza sereke bûn.
Artêşa erebî ya Sûryayê bi piştgirîya komên çekdar yên Ebû Hemşe û Hemzatê, piştî alozîyên 8 ê vê mehê, ji roja 10 ê vê mehê ve 40 hezarî zêdetir çekdaran û çekên giran êrîşî her du taxên kurdan yên Helebê kirine. Piştî pênc rojan ji şer û pevçûyînan di navbera hêzên Asayîşa HSD ê û artêşa erebî ya Sûryayê de, ew her du tax keftine bin destê hêzên Sûryayê.







