H’emû nûçeSereke
Hin îmamên li Tirkîyayê banga qirkirina kurdan li Rojavayk dikin: “Dengê Kurdistanê”

Kanala Telegramê “Dengê Kurdistanê” dinivîse ku hin îmam û mamosteyên olî li Tirkyayê banga qirkirina kurdan li Rojavayê dikin.
Kanalê vîdyoyek ji axaftina îmamekî tirk wek mînak nîşan daye.
“Li vir mînakek ji propagandaya tundûtûjî û têrorîzmê heye.
“Wana 50 000 leşkerên me kuştin, bes e. Ewana hîn jî azadîyê dixwazin, çi azadî? Ez bang li leşkerên me dikim ku li wan bixin. Ew dijminên olî, banga nimêjê û alê ne. Ji wan kafira, têrorîsta û xayînan dûr bisekinin.”
Kanal dinivîse:”Tu kesî ji wana sax nehêlin, fermanê bidin ku bên gulebarankirin û bi tevahî bên tunekirin”.







