SerekeSîyasî

Sênata Amêrîkayê ji bo parastina kurdan projeyekê amade dike

Kongr û sênata Amêrîkayê mêxanîzmekê digerin ji bo parastina kurdan ya li Sûryayê.

Sênator Lîndsî Grêhêm eşkere kirîye ku vê heftê wê projeyek ji bo wê mebestê  raber bikin.

Sênatorekî din jî dibêje, erka Amêrîkayê ye ku piştrast be kurd rû bi rûyî tolhildanê nabin.

Sênatorê amêrîkî  Rîçard Blûmêntal  ji tora medyayî ya Rûdawê re ragîhandîye ku ew li kongreyê ji bo parastina kurdan kar dikin.

“Pêwîst e em kurdan biparêzin”

Blûmêntal gotîye:”Bi bawerîya min pêwîst e em kurdan li Sûryayê biparêzin û gavan bavêjin ji bo em piştrast bin ku ew li hemberî her cezakirin û tolhildanê ji alîyê hukumeta Sûryayê ve parastî dibin.

Ew erk li ser milê Amêrîkayê ye, ji ber ku ew hemahengên me bûn û me bi hev re kar kirîye”.

Ewî sênatorî hêvî lir birêvebirîya Amêrîkayê gavên zêdetir ji bo wê mebestê bavêje û gotîye:

“Ez bi hevkarên xwe re kar dikim ji bo hebûna her projeyekê, lê hêvîdar im hukumeta Amerîkayê zêdetir parastina wan bike”.

Nûçegihanê Rûdawê yê Waşîngtonê çend rojên borî de li gel dehan endamên kongreyê li her du encûmenan axivîye û dîyar kirîye:

“Hemû bi yekdengî li dijî wan êrîş û binpêkirinan in ku li Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê li himberî kurdan û hêzên kurdan tên kirin”.

Dilgiranîya li ser HSD ê

Sênatorê din yê Amêrîkayê Krîs  Kûns jî dilgiranîya xwe li ser rewşê tîne ziman.

Kûns ji Rûdawê re gotîye: “Ez derbarê silametî û ewlehîya hevbeşên me yên kurd yên li Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) de gelekî dilgiran im.

Bi bawerîya min divê hukumeta  Şar êrîşên xwe rawestîne û wek rêyeke guncaw bi kurdan re guftûgoyê bike”.

Li gel givaşên kongreyê, birêvebirîya Amêrîkayê jî hewldanên xwe zêde kirine û daxwaz kirîye agirbesta demkî ya Sûryayê bibe mayînde û pirsgirêkên navbera hukumeta Sûryayê û HSD ê bi guftûgoyê bên çareserkirin, bi awayekî ku li Sûrya nû mafên kurdan û hemû pêkhateyan parastî bin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button