AborîH’emû nûçeSerekeSîyasî
Stansîya atomî ya Ermenîstanê wê bê nûjenkirin

Di meha nîsanê da, stansîya atomî ya Ermenîstanê wê ji bo pênc mehan ji tora êlêktrîkê ya welêt bê qutkirin. Ev yek ji hêla wezîrê rêvebirîya herêmî û binesazîyê yê Komara Ermenîstanê, Davîd Xûdatyan, di hevdîtinek bi rojnamevanan ra di 3ê sibatê da hate ragihandin.
Wî gotîye ku ewê tu pirsgirêk li ser hesabê kapasîteyên din yên pergala enerjîyê çênebin. Wezîr rave kir ku kapasîteya stansyayê rojê di tevahîya para xwe da 1100 MW ye, ango hinekî kêmtir ji %15ê tevahî.
Wezîr her wiha got ku di sêktora ênêrjîyê da bi Îranê ra hevkarîyeke pir baş hatîye damezrandin. “Heta sala 2025an, em ê ji wir dabînkirineke stabîl a êlêktrîkê û gazê hebe.”







