Wezîreta karên der derbarê vexwendina Elîyêv û Erdogan bo Ermenîstanê

Komara Ermenîstanê û Yekîtiya Awropayê biryara li ser roja Lûtkeya Civaka Siyasî ya Awropî li Yêrêvanê ji berpirsên hevrêzkir yên hemû welatan ra şandine. Berdevka wezîreta karên der ya Komara Ermenîstanê Anî Badalyanê ev yek di bersiva pirseke ji Factor.am da ragîhand. Factor.am ji berdevka daîreyê pirsî gelo vexwendineke fermî ji serokkomarê Adirbêcanê Îlham Eliyev û serokkomarê Tirkiyayê Receb Tayîp Erdogan ra hatîye şandin da ku beşdarî çalakiya ku wê li Yêrêvanê bê lidarxistin bibin. Anî Badalyanê gotiye ku vexwendina fermî wê piştî veguhestina agahdarîya li ser roja çalakiyê bi awayê dîyarkirî û di nav dema dîyarkirî da bê. Lûtkeya Civaka Siyasî ya Awropî wê di 4ê gulanê da li Yêrêvanê bê lidarxistin. Hukûmeta Ermenîstanê ew roj çawa rojeke nexebatê elam kirîye.







