H’emû nûçeSereke
Ji sala 2027 a de, sînorê Ermenîstanê bêyî kontak dikarin derbazbin

Em li bendê ne ku pasaportên bîyometrîk ji payîza 2027 a ve li Ermenîstanê bên bicîhkirin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di seheta hukumetê ya 11 ê sibatê ragîhandîye.
Ewî her wiha gotîye ku ji wê demê û pê ve, divê kesên ku xwedîyê pasaportên weha ne, derfeta derbazbûna ji sînorê Ermenîstanê bêyî kontak hebe. Paşînyan destnîşan kirîye ku “Ji bo vê yekê tiştê ku pêwîst e ev e Dewletên Yekbûyî, ku xwedîyê van teknolojîyan e, van têknolojîyan bi me re parve bike û min ev mijar bi cîgirê serokê Amêrîkayê re niqaş kirîye û ji hevkarên me temînat wergirtîye”.







