H’emû nûçeSereke

Sibata sala 2026 a, ji 51 selefê beşdaran dengê xwe dane tevlêbûna Yekîtîya Avropayê:înstîtûta komarparêzan ya navneteweyî

Li gorî navenda lêkolînên ankêta ya înstîtûta komarparêz ya navneteweyî, ji nîvî zêdetir welatîyan di pirsa “Heger roja yekşemê ya bê rêfêrandûmê li ser endametîya Ermenîstanê di Yekîtîya Avropayê de bê lidarxistin, hûn ê çawa deng bidin?”  gotine ku ew ê dengê xwe bidin beşdarbûna Yekîtîya Avropayê. Ankêt sibata sala 2026 a de hatîye kirin.

Ji 51 selefê beşdarbûyan wê dengê xwe bidin tevlîbûna Yekîtîya Avropayê, 32  selef wê deng nedin yan jî beşdar nebin, 13 selef wê dengê xwe nedin tevlîbûna Yekîtîya Avrrpayê û 4 selefê beşdarbûyan red kirine yan jî zehmet dîtine ku bersivê bidin.

Înstîtûta komarparêzan ya navneteweyî hezîrana sala 2025 a û îlona sala 2024 a de jî heman ankêt pêk anîne û li gorî daneyên ankêtê, 49 selefê beşdaran wê di sala 2025 a de û 58 selefê wan jî wê dengê xwe bidin tevlîbûna Yekîtîya Avropayê. Ango, li gorî sala 2024 a, hejmara welatîyên ku piştgirîya xwe ji bo tevlîbûna Yekîtîya Avropayê anîne ziman  9 selef kêm bûye, dû re 2 selef zêde bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button