H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan bi  têlêfonê tevî wezîrê Holandîyayêyî karên der axivîye

30 ê adarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der bi têlefonê  bi wezîrê Holandîyayêyî karên der Tom Bêrêndsên re axivîye.

Wezîr Mîrzoyan pîrozbahî li hevkarê xweyî Holandî kirîye ji bo destbikarbûna qulixa wezîrê karên der, serkeftin ji Tom Bêrêndsên re xwestîye û bal kişandîye ser nêzîkatîyên Ermenîstanê ji bo pêşxistina hevkarîya bi Holandîyayê re.

Wezîran li ser xebatên dewlemendkirina rojeva hevkarîya stratêjîk ya di navbera Ermenîstanê û Holandayê de niqaş kirine.Wana bi kêfxweşî girîngîya berdewam ya ku di peymana koalîsyonê ya hukumeta Holandîyayê de ji hevkarîya bi Ermenîstanê re tê dayîn, destnîşan kirine.

Wana li ser pêrspêktîvên hevkarîyê di formatên cûre-cûre de, di nav de kûrkirina hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, nêrînên xwe pevguhêrîne. Her wiha wana li ser serdan û bûyerên asta bilind yên pêşerojê, di nav de civîna bilind ya civaka sîyasî ya Avropayê û forûma dîplomatîk ya dîyaloga Yêrêvanê jî axivîne.

Ararat Mirzoyan û Tom Bêrêndsên li ser pirsgirêkên ku pêşveçûna dêmokratîk pê re rû bi rû ye û mêxanîzmên hevkarîyê ji bo derbazkirina wan bi bandor, nerînên xwe parve kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button