H’emû nûçeSereke

Çarçoveya komxebatê de dînamîkên pêvajoya serbestberdana vîzayê û rêformên sereke hatine  raberkirin

26-27 ê adarê, di çarçoveya pêvajoya serbestberdana vîzayê ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de, komxebateke du rojî hatîye lidarxistin, ku nûnerên fermî yên Komara Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê û her weha rojnamevan jî tevlî bûne.

Cîgirê wezîrê karên hundur Armên Xazaryan mijarên têkildarî rojeva hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, bi taybetî dînamîkên pêvajoya serbestberdana vîzayê û rêformên sereke yên ku têne bicîhanîn,  raberî rojnamevanan kirîye.

Cîgirê wezîr pêvajoya qonaxî ya dîyalogê ya li ser serbestberdana vîzayê, ji destpêka pêvajoyê heta wergirtina plana çalakîyê û bicîhanîna pîvanan û taybetmendîyên danasîna pergala bîyomêtrîk  raber kirîye.

Armên Xazaryan her wiha bal kişandîye ser pêwîstîya veguherîna dîjîtal, ku li ser bingeha guhertina medyaya kaxezî bi daneyên dîjîtal wek yekane çavkanîya qanûnî ya pêbawer e.

Cîgirê wezîrê karên hundur bal kişandîye ser rola medyayê di ragîhandina agahîyên rast ji raya giştî re û tekez kirîye ku Ermenîstan niha di qonaxeke modêrnîzasîya sîstêmîk de ye, ku pêdîvî bi pêkanîna domdar ya rêforman heye.

Niqaşeke çalak pêk hatîye: rojnamevanan ne tenê derfet dîtin ku zelalkirinan bistînin, lê di heman demê de bi dîyaloga avakar fikarên welatîyan û pirsên ku pir caran têne pirsîn jî bînin ziman, şaşfêmkirin û efsaneyên di qada medyayê de eşkere bikin û bersivên piştrastkirî bistînin.

Komxebat ji alîyê ofîsa Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê û klûba rojnamegerîya giştî ve hatîye organîzasîyakirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button