H’emû nûçeSereke

Wizz Air wê ji Yêrêvanê ber bi Bryûsêlê û Êyndhovênê ve geştên hewayî bide destpêkirin

Hevaltîya hewayî ya kêmbyûceyî ya Macaristanê Wizz Air hejmara balafirên xwe yên li Ermenîstanê bi 2 a zêde dike  heta 3 a. Hevaltî her wiha amadekarîyan dike ku rêyên nû yên firînê ber bi Êyndhovênê (Holanda) û Bryûsêlê (Bêlçîka) veke.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda rêveberê bazirganîyê yê Wizz Air ê Îan Malîn di civîna çapemenîyê de ku li balafirgeha navneteweyî ya “Zvartnos” ê hatîye lidarxistin,ragîhandîye.

Ewî her wiha zêde kirîye ku hevaltî bi vê yekê sînordar nabe û hejmara geştên bo cîhên din jî zêde dike. Bi vî awayî, geşta ber bi Bûdapêştê wê ji 2 geştan  heftê de bibe 4 geşt, geşta ber bi Frankfûrtê  wê ji 2 geştan bibe 3 û her wiha heftê 4 caran geşt ber bi Pragayê ve jî hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button