
Wezîrê Tirkyayêyî dadê Akin Gûrlêk derbarê nûçeyên “Li Îmralîyê ji bo Ocalan xanî tê çêkirin” gotîye: “Tiştekî wiha tune”.
Akin Gûrlêk berîya civîna koma AK Partîyê ya li parlamênta Tirkîyayê, pirsên rojnamegeran bersivandîye.
Rojnamegeran li ser daxuyanîya hevseroka giştî ya DEM Partîyê Tûlay Hatîmogûlarîyê ya “Li Îmralîyê ji bo Ocalan xanî tê çêkirin” pirsek kirîye.
Gûrlêk li ser vê mijarê wiha axivîye:
“Tiştekî wiha tune. Li wir kampûseke îdarî heye.
Ji ber ku kampûseke îdarî ye, dibe ku li gorî pêwîstîyê avahîyên nû tên çêkirin lê tiştekî wekî çêkirina xanîyekî taybet tune”.
Doz li Ozgûr Ozel vekirine
Rojnamegeran îdîayên serokê giştî yê CHP ê Ozgûr Ozel yên derbarê qeydên tapûyan jî bi bîr xistine.
Gûrlêk li ser vê yekê jî gotîye:”Derbarê wî (Ozgûr Ozel) pêvajoya darazê dest pê kirîye.
Me him doza tezmînata menewî vekirîye û him jî gilîyê wî kirîye. Bê guman wê dadgeh qeydên têpoyan bîne.
Ez naxwazim li ser vê mijarê tiştekî bêjim”.
“Sererastkirina yasaya înfazê nîne”
Wezîrê dadê li ser pakêta 12 emîn ya Darazê jî agahî dane û gotîye:
“Me pakêta 12 emîn ya darazê raberî serokkomarîyê kirîye.
Piştî ku ji wir derbaz bibe, wê here komîsyona dadê. Em ê wê demê înşalah raya giştî agahdar bikin”.
Ewî li ser pirsa “Gelo wê di nav de derbarê înfazê de sererastkirinek hebe yan na?” gotîye: “Derbarê înfazê tu sererastkirin nînin”.







