H’emû nûçeSereke
Civakên ermenî nava tengasîyê de nin:Aramê Ewlin

Katolîkê Mala Kîlîkyayê Aramê Ewlin gotîye ku civakên ermenî li Rojhilata Navîn van rojan nava tengasîyê de ne.
“Şer li herêmê wêranîyekê çê dike-mirovî, madî û aborî. Civakên ermenî her roj bi encamên şer re rû bi rû dimînin. Ewlekarîya civakên me ji bo me pêşînîyek e.Em bi rêberên olî û civakî re di têkilîyê de nin. Em ji encamên nepêşbînîkirî yên nearamîyê pir bi fikar in. Em dua dikin ku bi bereketa Xwedê û nêzîkatîya aqilmend û dûrbîn ya rêberên sîyasî, aşîtî di demek nêzîk de li Rojhilata Navîn bê damezrandin”,-ewî gotîye.







