
Serokê Amerîkayê Donald Tramp ragihandîye ku heger Têhran tavilê devtenga Hormuzê veke, ew razî bûye ku êrîşên mûşekî yên li ser Îranê ji bo du heftîya raweste. Îranê agirbest qebûl kiriye, lê çend şert pêşnîyar kirine.
Tramp li ser medyaya civakî nivîsîye: “Ez razî me ku êrîş û êrîşên mûşekî yên li ser Îranê ji bo du heftîya raweste”.
Ewî gotîye ku ewî ji Îranê “pêşniyareke 10 xala” wergirtiye, ku ew wê wek “bingeheke xebatê ji bo danûstandinan” dibîne. Tramp gotîye ku du hefte ji bo gihîştina rêkeftineke dawî pêwîst in.
Pakistan, ku wek navbeynkar di navbera Îranê û Dewletên Yekbûyî de tevdigere, gotîye ku ewî pêşnîyara aşîtîyê raberî her du alîyan kiriye û daxwaz kirîye ku Waşîngton êrîşên mûşekî ji bo du heftîyan rawestîne û Tehran devtengê veke.
Serok nivîsîye: “Hema hemû pirsgirêkên berê yên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de hatine çareserkirin, lê heyama du heftîyan wê rê bide pejirandin û bicîhanîna dawî ya peymanê”.
Nêzîkî sehetekê piştî daxuyaniya Tramp, wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî û konseya bilind ya ewlekarîya neteweyî ragîhandine ku Têhran li ser agirbesteke du heftîyan û ji nû ve destpêkirina keştîvaniyê bi rêya devtenga Hormuzê razî bûye. Araxçî gotîye ku keştîvanî wê “bi hevrêzîya hêzên çekdar yên Îranê, bi berçavgirtina sînorkirinên têknîkî” mimkun be.
Têlêvîzyona Îranêye dewletê hema bêje tavîlê daxuyanîya Tramp ragîhandîye û rewş wiha rave kirîye: “Tramp agirbesta du heftêyî ragîhandîye û şertên Îranê ji bo bidawîanîna şer qebûl kirîye.”Her wiha daxuyanîya wî wek “paşvekişîneke şermok ji gotinên dijî Îranê” bi nav kirîye.
Serokwezîrê Pakistanê Şêhbaz Şerîf gotîye ku agirbest “tavilê” ket meriyetê.Ewî gotîye ku alîyan tenê 10 deqîqe berî bidawîbûna ultîmatuma Tramp ew temam kirine.
Hukumeta Îsrayêlê helwesta xwe çend demjimêr piştî daxuyanîyên Amêrîkayê û Îranê ragîhandîye.
Daxuyaniyek ji hukumeta Bênyamîn Nêtanyahu gotîye ku Îsrayêl piştgirîyê dide biryara Tramp ya rawestandina êrîşên li ser Îranê ji bo du heftîyan, heger Îran tavilê “devtenga” veke û êrîşên li ser Amêrîkayê, Îsrayêlê û welatên herêmê rawestîne. Daxuyanî wiha bi dawî bûye: “Agirbesta du heftîyan Libnanê nagire nav xwe.” Di heman demê de, daxuyanîyên serokwezîrên Îranê û Pakîstanê gotine ku agirbest ji bo Libnanê jî derbas dibe.
Hevdîtinên di navbera Amerîkayê û Îranê de wê li paytexta Pakîstanê- Îslamabadê pêk bên.







