SerekeSîyasî

Ermenîstan berdewam dike ku hewlên xwe ji bo îstîqirara herêmî û berfirehkirina têkilîyan pêş bixe: serokwezîr

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di çarçoveya daxuyanîya hevbeş ya piştî encamên civîna 8 emîn ya civaka sîyasî ya Avropayê de, xalên sereke yên niqaşan kurteber kirîye.

Serokwezîr li gorî ragîhandina “Armenpress” ê gotîye: “Ez kêfxweş im ku radigihînim ku li Yêrêvanê  civîna  8 emîn ya civaka sîyasî ya avropî, ku rêberên ji seranserê parzemînê û ji derveyî wê anîye cem hev, bi serkeftî bi dawî bûye”.

Ewî spasîya Yekîtîya Avropayê û hevkarên xwe ji bo organîzasîyakirina konfêransê kirîye.

“Ez dixwazim vê derfetê bikar bînim da ku spasîya xwe ya dilsoz ji Yekîtîya Avropayê re ji bo hevkarîya wê ya nêzîk û şirîkatîya wê di organîzsîyakirina civînê de û her weha ji hevkarên li derveyî parzemînê re ji bo berfirehkirina erdnîgarîya vê formatê dîyar bikim”,-ewî destnîşan kirîye.

Paşînyan her wiha behsa pêvajoyên herêmî kirîye.

“Ez dixwazim beşdarîya ji dûr ve ya serokkomarê Adirbêcanê û heyîna cîgirê serokkomarê Tirkîyayê di çarçoveya pêvajoya aşîtîyê û hevkarîya herêmî de tekez bikim”,- serokwezîr gotîye.

Li gorî wî, niqaşan pêwîstîya dîyalogê piştrast kirîye. “Guftûgoyên îro piştrast kirin ku li himber pirsgirêkên ku li cîhanê zêde dibin, ji bo qewînkirina aşîtî û aramîyê li hemû herêman pêdivî bi dîyalogeke samîmî û biryarên pratîkî heye”,-ewî destnîşan kirîye û gotîye ku bal kişandin ser ewlehî, girêdan, hevkarîya herêmî, aramîya aborî, ênêrjîyê û veguhêrîna bo ênêrjîya kesk.

Serokwezîr girîngîya girêdanê tekez kirîye.”Girêdan ji bo ewlehîya aborî, aramî û domdarîya demdirêj li parzemînê girîng e” û tekez kirîye ku qewînkirina girêdanê di çarçoveya pêşvebirina armancên avhewa û ênêrjîyê de wek pêşînîyeke hevpar hatîye nas kirin. Paşînyan, di derbarê Kafkasîya Başûr de, destnîşan kirîye ku di vê çarçoveyê de, girîngîya pêşvebirina aşîtî û aramîya li herêmê jî hatîye destnîşan kirin. Paşînyan destnîşan kirîye: “Aşîtîya domdar, normalîzasîyakirina têkilîyan û vekirina sînoran ne tenê wê ji bo herêmê sûdmend be, lê di heman demê de têkilî û hevkarîyê di qada berfirehtir ya avropî û derveyî wê de jî qewîn dike”.

Ewî zêde kirîye ku mijara gefên hîbrîd jî hatîye niqaşkirin.

“Îro me niqaş kirîye ku welatên dêmokratîk çawa divê li dijî gefên hîbrîd şer bikin”.

Li gorî Paşînyan, Ermenîstan wê destpêşxerîyên xwe yên li herêmê bidomîne.

“Ermenîstan berdewam dike ku destpêşxerîyên ku armanc dikin berfirehkirina têkilîyên berfireh û qewînkirina aramîyê li herêma berfirehtir pêşve bibe”.

Serokwezîr destnîşan kirîye ku civînê girîngîya vê formatê ji nû ve piştrast kirîye.”Civînê ji nû ve piştrast kirîye ku civaka sîyasî ya avropî ne tenê formateke ji bo dîyalogê ye, lê di heman demê de platformek ji bo qewînkirina bawerîyê û şekildana ajandeyek avropî ya hevrêztir û pêşverûtir bi hevkarên hevfikir re ye jî”,- ewî tekez kirîye.

Paşinyan bawerîya xwe anîye ziman ku niqaşên li Yêrêvanê wê bandoreke mayînda bikin.Serokwezîr gotîye: “Ez bawer im ku niqaşên li Yêrêvanê wê ji çarçoveya vê civînê wêdatir biçin, hevkarîya me ya pêşerojê û têgihîştina me ya hevpar li parzemînê şekil bidin”.

Di dawîya axaftina xwe de, ewî ji serokwezîrê Îrlandayê re wek serokê dewletê ku mazûvanîya civîna bê dike, serkeftin xwestîye.

“Ez dixwazim vê derfetê bikar bînim da ku ji hevalê xwe yê hêja, serokwezîrê Îrlandayê Martîn re, wek serokê dewletê yê pêşerojê ku wê mazûvanîya civîna bilind ya civaka sîyasî ya avropî bike, serkeftinê di parastina vê momêntûm û sînêrjîya qewîn de dixwazim”,- ewî destnîşan kirîye. Serokwezîr her wiha spasîya medyayê û serokê Konsêya Avropayê kirîye ji bo piştgirîya wan ya di lidarxistina civînê de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button