SerekeSîyasî

Zanîngeha Artukluyê arşîva kurdî ya Alêksandr Jaba wek 15 cildan çap kirîye

Wezîreta çandê ya Tirkîyayê bi hevkarîya zanîngeha Mêrdîn Artukluyê, arşîv û pirtûkên dîplomatê rûs Alêksandr Jaba wek 15 cildan çap kirine.

Ev arşîva Alêksandr Jaba berîya 170 salan bi tîpên erebî û latînî yên kurdî hatîye nivîsandin û li Pêtêrburga Rûsyayê dihat parastin.

Ji Mem û Zînê heta çîrokên hezar salî

Dewleta Tirkîyayê bi awayekî fermî ev kolêksîyona eurdî çap kirîye.

Di nava vê kolêksîyonê de ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî heta helbestên Feqîyê Teyran, ji erf û adetên kurdan heta çîrokên bi hezaran salan yên bav û kalan cîh digirin.

Di nava van pirtûkên ku nû ji çapê derketine, berhemên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Mele Mehmûdê Bazîdî hene.

Dîroka kolêksîyonê

Berîya 170 salan, dîplomatê rûs Alêksandr Jaba li konsulxaneya Erzuromê kar dikir.

Wê demê ewî Mele Mehmûdê Bazîdî nas kirîye.

Mele Mehmûdê Bazîdî gotiye û Alêksandr Jaba jî nivîsiye.

Ji wê rojê heta niha destan, helbest û çîrokên herî navdar yên kurdî di vê kolêksîyonê de li Pêtêrburga Rûsyayê dihatin parastin.

Yek ji xalên herî girîng yên vê kolêksîyonê jî ew e ku Mele Mehmûdê Bazîdî bi tîpên erebî nivîsîye û Alêksandr Jaba jî ew kirine latînî.

Êdî ev kolêksîyon bi vê çapa nû, bû hîmekî bingehîn ya wêjeya kurdî.

“Xebateke antropolojîk e”

Serokê beşa kurdî ya zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Îbrahîm Tarduş li ser girîngîya berhemê axivîye û gotîye:

“Dema xwendikar û lêkolîner vê kolêksîyonê bi dest bixin wê serdema berîya 170 salan ya kurdan hîs bikin.

Çimkî him helbestên me tê de hene, him çîrokên me û him jî edetên me tê de hene.

Ji alîkî ve jî belkî ev yekemîn etnografîya kurdan ya Mele Mehmûdê Bazîdî be ku li ser edetan nivîsîye. Ev xebateke antropolojîk e.

Dema em lê dinêrin 13 xebat in lê wekî nusxe 69 nusxe ne. Me jî wekî 15 cildan çap kirine”.

“Bariyera psîkolojîk hatîye şikandin”

Li gorî birêvebirên zanîngeha Mêrdîn Artukluyê kevinbûn û resenîbûna van destxetan li alîyekî ye lê ya herî girîng ew e ku cara yekem e ev qasî berhem bi hev re bi awayekî fermî ji alîyê dewleta Tirkîyayê ve tên çapkirin.

Rektorîya zanîngeha Mêrdîn Artukluyê bi kelecan û kêfxweşîyeke mezin danasîna kolêksîyona Alêksandr Jaba kirîye.

Serokê înstîtuta kurdî ya zanîngeha Mêrdîn Artukluyê profêsor Ehmed Kirkan jî got:

“Bi dîtina min du xal girîng in.Ya yekem dewletê bi wezareta xwe ev kar girtîye ser milê xwe.Ya duyem jî ew bariyara psîkolojîk ya li ser kurdî hatîye şikandin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button