H’emû nûçeSereke
Serokwezîr wê beşdarî meşa leşkerî ya 9 ê gulanê ya li Moskvayê nebe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku ew ê beşdarî merasîma leşkerî ya roja Serkeftinê ya ku wê 9 ê gulanê li Moskvayê be lidarxistin nebe.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekeda serokwezîr di dema civîna bi rojnamevanan re ragîhandîye.
“Serdana min ya meha nîsanê bo Rûsyayê, min ji serokê Rûsîyayê re ragîhandîye ku ez ji ber kampanyayê nikarim beşdarî çalakîyên 9 ê gulanê bibim”,-Paînyan gotîye,
Kampanya hilbijartinên parlamêntîyê yên ku wê 7 ê hezîranê bên lidarxistin, wê 8 ê gulanê li Ermenîstanê dest pê bike. Partîya “Peymana sîvîl” ya desthilatdar berê ragîhandibû ku ew ê 8 û 9 ê gulanê li herêma Syûnîkê, bi serokatîya serokwezîr Nîkol Paşînyan, kampanyayekê li dar bixin.







