
Pênc fîlmên derhêner û ssnarîstê fîlmên dirêj û belgefîlm yên navdar Artavazd Pêlêşyan wê di bernameya “Klasîk” ya fêstîvala fîlman ya Kanîêye 79 emîn de bê nîşandayîn.
Bernameya “Klasîkên” Kanîyê ji sala 2004 a vir ve tê pêkanîn. Armanc ew e ku gelek fîlmên hêja di versîyonên restorekirî de bên raber kirin û nûnerên pîşesazîyê bên rêzgirtin.
Fêstîvala fîlman ya Kanîyêye 79 emîn wê di navbera 12-23 ê gulanê de li dar bikeve.
Fonda fîlmên Ermenîstanê her wiha radigihîne ku bi piştgiriya wezîreta Ermenîstanêye perwerde, çandê, sportê, zanistê û têknolojîyê, ew ê di navbera 12-20 ê gulanê de bi pavîlyoneke neteweyî beşdarî bazara fîlman ya Marché du Film – Festival de Cannes bibe, ku di çarçoveya fêstîvala fîlman de tê lidarxistin.







