“Wextê ku dema biryarê bê, em ê biryarkin”: Mîrzoyan li ser daxuyanîya tund ya Pûtîn

“Bi rastî, em niha nava kampanya berî hilbijartinê de nin û wextê me tune ku em hemû daxuyanî û hûrgulîyan bişopînin. Lê di derbarê wê beşa taybet ya ku we behs kir, me her gav gotîye ku dema bê ku Ermenîstan di navbera Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda û Yekîtîya Avropayêda de hilbijartinekê bike, em ê bi awayekî têgihîştî wiya bikin”.Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê qisa bi rojnemevana re daxuyanîyên tund yên serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn yên ku rojekê berê gotibû ku Ermenîstan divê biryarê bide ka Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda de bimîne yan jî daxwaza veqetineke şaristanî bike û ber bi Yekîtîya Avropayê ve here.
“Li wir tiştekî nû tune.Niha, em endamê Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîne û çalakiyên xwe li wir didomînin. Her wiha veşartî nîne ku gelê Ermenîstanê jî wek ku tê gotin, xwedî armancên avropî ne. “Wextê ku dema biryarê bê, em ê biryarkin”,-Mîrzoyan gotîye.
Ararat Mîrzoyan li ser dîtina rojnamevan ku dibêje daxuyanîya Paşînyan ya li Moskvayê ku Ermenîstan hîn jî endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ye, rast xuya dike, wiha bersiv daye.







