
Di navbera Ermenîstanê û Adirêcanê de pevketin hatîye destanînê ku pêvajoya dîyarkirina sînor ji bakûr ber bi başûr ve berdewam bikin.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, ku serokatîya lîsteya namzetên parlamêntîyê ya partîya “Peymana sîvîl” ya desthilatdar dike, elam kirîye.
“Em qebûl dikin ku pirsgirêkek me ya deverên dagirkirî heye û bi awayekî dê yûrê ev pirsgirêk çareser bûye”,-ewî destnîşan kirîye.
Paşînyan behsa wê yekê kirîye ku sala 2024 a de Ermenîstanê û Adirbêcanê rêziknameyên li ser çalakîyên komîsîyonên dîyarkirina sînoran îmze kirine û pejirandine, ku tê de danezana Alma-Atayê wek prînsîpa bingehîn ya dîyarkirina sînoran hatîye pejirandin.
“Ev tê vê wateyê ku divê sînorên Ermenîstana Sovyêtê û Adirbêcana Sovyêtê bibin sînorên dewletê di navbera her du welatan de. Çareserî wê tam ev be”,- ewî zelal kirîye.







