
Sala 2026 a, rojên çanda ermenî wê li Çînistanê bên lidarxistin.
Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî perwerdê, zanistê, çandê û sportê Artûr Martîrosyan wextê vekirina qonaxa ermenî ya pêşbirka cîhanî ya “Pira ber bi Çînistanê” ragîhandîye.
Bi gotina wî, lidarxistina rojên çanda Çînistanê wê gaveke girîng be di pêşxistina hevkarîya mirovî û çandî ya di navbera her du welatan de.
Piştî ku Ermenîstanê serxwebûna xwe îlan kirîye, Çînistan bûye yek ji welatên pêşin ku têkilîyên dîplomatîk bi vî welatî re danîye.Nava salada, ev hevkarî tenê qewîntir bûye û gelek warên girîng digire nav xwe.
Tebaxa sala 2025 a, Ermenîstanê û Çînistanê bi fermî hevkarîya stratêjîk saz kirine ku armanc dike hevkarîyê di warên aborîyê, bazirganîyê, binesazîyê û çandê de kûrtir bike.







