Cîhan

Şêyxa K’ûvêyt’ê hatîye Ermenîstanê

Bi t’eglîfkirina k’ulfeta serokk’omarê Ermenîstanê Nûnê Sargsyanê şêyxa K’ûvêyt’ê, serk’ara mûzêya tiştên qedîmî Hûsa Sabah Al-Salêm Al Saba hatîye Ermenîstanê.Nava dorana seredanêda ewê cêrge cîyên dîrokî û çandî biqeside.Pirsa berevoka tiştên kevinareye ji K’ûvêyt’ê wê bê gotûbêjkirinê.Nava wê berevokêda ji 3O h’ezarî zêdetir nimûne hene, yên ku derheqa çand û kûltûra welatên cuda-cudada gilî dikin. Şêyxa K’ûvêyt’ê usa jî li ûnîvêrsîtêtên Avropayê û ŞAY, usa jî li R’ohilata Navîn bi lêk’sîyaên xweva pêşda tê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button