Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan r’astî cîgirê serekwezîrê Lavtîyaê û wezîrê p’arastinê Artîs Pabrîkîs hatîye. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssyaê, ya wezîreta k’arên der Anna Nag’dalyanê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Seredana wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasankyane r’esmîye li Latvîyaê, bi r’asthatina cîgirê serekwezîêr Latvîaê û wezîrê p’arastinê Artîs Pabrîkîs destpê bûye. Alîya pêrspêktîvên hevk’arîyê, pirsên bêqezîyabûna r’êgîonê gotbêj kirine”,-Nag’dalyanê nivîsîye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close