Balafir’ên koalîsîyona navnet’ewîye bi serk’arîya ŞAY derb gîhandine p’areskerê r’êjîma Sûrîyaêye li neh’îya Manbîcê.Ew yek wî çaxî qewimîye, wextê ku p’areskerê Sûrîyaê cêr’ibandine bik’evine Manbîcê. Ew yek nava doranên hevr’aqayîlbûna di navbera qewatên k’urda û Damişqêda qewimîye, ku eskerê Sûrîyaê Manbîcêda cîwarbin. Pêşda hatibû r’agîhandinê,wekî seroketîya avtonomîya li bakûrê Sûrîyaê t’evî h’ukumatên R’ûsîyaê û Sûrîyayê p’evk’etibûn, ku Manbîcê û K’obanê t’eslîmî r’êjîma Sûrîyaê bikin, ku wê neh’îyê ji T’irk’îyaê bip’arêzin. Merk’eza Sûrîyaêye mafên mêriv r’agîhandîye, wekî balafir’ên koalîsîonê cêrga avtomaşînên r’êjîma Sûrîyaê xistîye. Derheqa wê qewimandinêda bi hûrgilî înformasîon nehatine r’aberkirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close