H’emû nûçe
Berjewandîyên învêstora himberî Ermenîstane mezin dibe

Ji alîê învêstorên navnet’ewîye e’yanda berjewandî himberî Ermenîstanê mezin dibe. Derheqa wê yekêda êkonomîst Înga G’alayanê wextê civîna îro e’lam kir û da k’ifşê, wekî başkirin bi çend faktorava girêdaîye. “R’ewşa welêtî hundur’ dinihêr’in, ku çi sîyasî tê kirinê, dijî r’uşetxwerinê, r’êforma baca. Çawa hûn zanin banka h’emdinîyaê r’eqemnîşên me daye başkirinê”,- Înga G’alayanê got. Bi gotina parlamêntvanê fraksîya “Gava min” Artak Manûkyan Ermenîstan ji wan welatên cudaye, wekî pêşk’eftina êkonomîkî tê t’exmînkirinê”.







