H’emû nûçe

Wezîrên Îsraêlêye berê bang dikin, ku k’omkujîya Ermenî naskin

Mixabin, Îsraêlê we’deda usa nekirîye, çawa ku palata ŞAY-ye wek’îla van r’oja kir, û k’omkujîya ermenî nas nekirîye, bi t’aybetî r’ûê heleqetîyên t’evî T’irk’îyaê.Derheqa wê yekêda “ Cêrûsalêm Post”-ê nivîsîye. “Ew yek ne tiştê silavkirinêye,wextê ku welatekî ku k’omkujî dîtîye nek’ete nava dereca miletekî kêmjimarî mayîn, yê ku k’etibû nava h’alekî wî cûr’eyî”,- r’ojne’mê nivîsîye.Niha mecala Îsraêlê heye, ku şaşîyên xwe r’astke.Heleqetîyên Îsraêlêye t’evî t’irka li ser dereca here nimizin. Serokê T’irk’îyaê Êrdog’an e’lametîya bela dike, k’îjanada Îsraêlê nava qet’ilkirinên li sêktora Gazayê gunek’ar dike, nenihêr’î wê yekê,wekî nava mehekêda T’irk’îyaê li bakûrê Sûrîyaê diha binelîyên e’dil kuştine û cîşih’itî kirine, ne ku nava van herdu salan dawîda li sêktora Gazaê.Wezîrê Îsraêlêyî fînansayî berê Yaîr Lapîd T’wîttêrêda nivîsîye: “Dengdayîna palata ŞAY-ye Wek’îlaye bona naskirina k’omkujîya Ermenî dengê boy r’astîya dîrokî û heqîtîya wêye. Gerekê îzinê nedin,ku T’irk’îya dinîyaê bitirsîne, ku k’omkujî neyê naskirinê.Ezê şer’k’arîyê berdewamkim, ku Îsraêl k’omkujîya Ermenî naske”.Wezîrê Îsraêlêyî p’erwerdê û k’arê hundur’î berê Gîdêon Saar T’wîttêrêda wa nivîsîye: “Ez gava palata ŞAY-e Wek’îlaye avîtî, ya bona naskirina qet’ilkirinên ermenîyaye sed sal pêşda silav dikim. Îsraêl jî gerekê derheqa naskirina wê barbarîyêda zelal e’lam bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button